Xwebûn bi manşeta ‘Parastina herî xurt hêza cewherî ye’ derket
- rojane
- 09:23 04
Rojnameya Xwebûne vê hefteyê bi manşeta “Parastina herî xurt hêza cewherî ye” derket.
Rojnameya Xwebûne vê hefteyê bi manşeta “Parastina herî xurt hêza cewherî ye” derket.
Li navçeya Hezex a Şirnexê taziyeya ku ji bo endamên HPG'ê Murat Karagol û Mehmet Saît Aydogmûş ku hat ragihandin ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane hatibû avakirin bi girseyî hat ziyaretkirin.
Êzidiyên ku di êrîşên DAÎŞ'ê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Bang hat kirin bila komkujî û statûya Şengalê were nasîn.
Hêzên çekdar ên girêdayî hikûmeta demkî li Siweydayê li hemberî Durziyan dest bi êrîşan kir. Piştî ku Durziyan bersiv da êrîşan li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.
Serokê YNK'ê Bafîl Celal Talebanî bi wesîleya 11'emîn salvegera komkujiya Şengalê peyamek weşand.Talabanî diyar kir ku YNK wê her tim piştgiriyê bide daxwazên Êzidiyan.
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta bertek nîşanî mohrkirina avahiyê da û diyar kir ku zimanê dayikê xeta wan a sor e û dê li zimanê xwe xwedî derkevin.
Bi boneya 11'emîn salvegera êrîşa DAÎŞ'ê li Şengalê Êzidiyan berê xwe dan Çiyaê Şengalê û kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.
Serpêhatiyên malbata Kadriye Gezîcî ku du zarokên wê ji ber zextên dewletê tevlî PKK'ê bûne dîroka berxwedan û têkoşîna gelê Kurd kurteber dike. Kadriye Gezîcî diyar kir ku li gel zextên li wan tên kirin ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo baweriya wan bi dewletê bê divê gav bên avêtin.
QSD'ê ragihand ku komên girêdayî Dêr Hafirê êrîşî hêzên wan kirine û li hemberî êrîşê mafê parastina rewa hatiye bikaranîn.
Aqûbeta 5 endamên malbata Xelef ku li Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin girtin, 11 sal in nayê zanîn. Berzan û Faris Xelef, birayên ku di temenê xwe yê biçûk de hatin revandin û ji bo neyên kuştin neçar man baweriyên xwe veşêrin, dîlgirtina xwe ya 4 salan vegotin.
Ava sergo ya ji tesîsa dawerîna sergoyên hişk ên li Qoserê ye, dibe sedema bêhna nebaş û qirêjiyê. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan diyar kirin ku erdên çandiniyê zirar dîtine.
Aydin Aydogan ê ku di protestoya Dayikên Şemiyê de milê wî şikestibû, giliyê Suleyman Soylû kir û dadgehê gilî red kir. Aydogan got, "Biryar nîşan dide ku li welat lêgerîna mafan tê cezakirin."
Endamê TOHAV'ê Alî Kahraman diyar kir ku divê Tirkiye li gorî peymanan 'mafê hêviyê' nas bike û bal kişand ku ji bo li meclisê rêziknameyên pêwîst bên çêkirin berpirsiyariya her kesî heye.