• img

    Pervin Buldan: Çareserî ne ketina Efrînê, çûyîna Îmaliyê ye

    Endama Heyeta Îmraliyê û namzeta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Bûldan, di kongrdeyê de li ser felsefeya HDP'ê axivî û diyar kir ku ew her dem bûne nasname û partiya gelên bindest û bûne partiya aştî, demokrasî û têkoşina azadiyê. Buldan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slav kir û xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û şert û mercên Ocalan ên tenduristî, ewlehiyê bên başkirin. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û xwest li şûna Efrînê berê xwe bidin Îmraliyê û ji nûve pêvajoya diyalog, çareseriyê bidin destpêkirin.

  • img

    Ji siyasetmedarê Fransî berteka ji bo Efrînê: Şermezar dikim

    Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Lauret di kongreya HDP'ê de axivî û ev tişt got: "Em mudaxaleya li dijî Efrînê şermezar dikin. Ji bo li Fransa û Ewropayê jî bê şermezarkirin, emê têkoşînê bidin."

  • img

    Yuksekdag: Asoyek mezin bilind dibe

    Fîgen Yuksekdag aşkera kir ku asoyek nû bilind dibe û ev tişt got: "Ji Enqereyê heta Efrînê em bi heman asoyê lê mêze dikn. Em bi hemû baweriya xwe careke din dibêjin; Dê li dijî şer, li dijî mirinan serkeftina me ya jiyanî pêk bê."

  • img

    Rengê gelan li kontgreya HDP'ê ne: Kêfxweşiya ji bo Ocalan zêde ye

    Kongreya HDP'ê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, ji bo dîwanê ji baweriyên cuda kesayetî hatin bilbijartin. Gotinên Sirri Sureyya Oncer ên wekî "Ez mîmarê aştiyê Birêz Ocalan silav dikim" bi çepikek xurt hat silavkirin.

  • img

    Hezaran beşdarên kongreya HDP'ê: Her der Efrîn her der berxwedan

    Bi hezaran beşdarên kongreya HDP'ê ya bi hişyariya “Bi hêvî, bi wêrekî û bi biryarî" li Arena Sporê ya Enqere beşdarî 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê bûn, bi şoşek mezin berxwedana Efrînê selav kir. Bi hezaran bi yek dengî siloganên “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin.

  • img

    DBP bi xwe bawer e: Wê îktîdar li hemberî me têk biçe

    DBP'ya ku herdu hevserokên wê yên giştî jî girtîne, bêyî ku ji mîsyona xwe tawîzekê bide xebatên xwe didomîne. Cîgira Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Hediye Karaaslan, destnîşan kir ku li hemû çewisandin û girtinan jî wê gel xwedî li nirxên xwe derkevin û got: "Em bawer dikin ku wê li hemberî me îktîdar têk biçe."

  • img

    Partiya Sostalîs a Kurdistanê: Bila kongreya HDP'ê bibe wesîleya kongreya neteweyî

    Heyeta Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê ji bo beşdarî kongreya HDP'ê bibe ji Herêma Federal a Kurdistanê hat Tirkiyeyê, xwest kongreya HDP'ê bibe wesîleya Kongreya Neteweyî ya Kurd.

  • img

    Hevserokê KCD’ê Ozturk: Dîrok dê têkoşîna mafdar a hevalên me binivîsîn e

    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, piştî girtina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan navenda DBP'ê ziyaret kir û wiha got: “Dîrok dê têkoşîna mafdar ên hevalên me yên girtî binivîsîn e.”

  • img

    Parêzerê Ocalan: Êrîşa li dijî Efrînê nûjenkirina komployê ye

    Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Emre Emekçî, destnîşan kir ku komploya naventeweyî di sala 19'emîn de ye, Ocalan bi hewldanên aştiyê bersivê dide komployê û ev tişt got: "Êrîşên îro li dijî Efrînê pêk tê berdewama komploya navneteweyî ye."

  • img

    Kemalbay: Em ê bi hêvî, wêrekî û biryarî biçin kongreya xwe

    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay a di der barê wê de biryara binçavkirinê heye daxuyanî da û got: “Zext, binçavkirin û girtin ne dikarin kongreya me ne jî dikarin têkoşîna me ya aştî û demokrasiyê asteng bikin.”

  • img

    ‘Em ê bi 10 hezaran beşdarî kongreyê bibin’

    Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, têkildarî kongreya 11'ê Sibatê civîn li dar xist. Rêveberê HDP'ê Cengîz Uzuner, diyar kir ku amadekariyên wan yên tevlîbûna kongreyê bi dawî bûn û dê ji Stenbolê bi 10 hezaran kes beşdarî kongreyê bibin. Tu êrîş dê me ji rêya me nekin. Em ê teslîmî faşîzmê nebin.”

  • img

    Onder: Êdî fêm kirine ku emê çong neşkînin

    Wekîlê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, berî kongreyê bal kişand ser operasyona li dijî partî û rêveberên xwe û ev tişt got: "Êdî bawerim fêm kirine ku emê çong neşkînin. Lê tişta ku hûn jêra dibêjin dewlet, hevekî bale (aptal) ye. Fêm nakin, lê emê bidin fêmkirin."

  • img

    Hediye Yusuf: Piştî OSO dixwazin bi cerdevanan kurd hevdû qetil bikin

    Hevseroka Meclîsa Federasyona Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusuf, diyar kir ku Tirkiye endamên OSO'yê di şerê Efrînê de da pêş û piştî têkçûna OSO'yê, niha dixwazin cerdevanan bidin pêş û got: "Niha jî dixwazin li Efrînê kurdan bi hev bidin qirkirin."

  • img

    HDP ji kongreya pêngavê re amade ye

    HDP roja yekşemê 3'yemîn Kongreya Asayî pêk tîne û amadekarî bi dawî bûn. Di kongreyê de "Temaya rizgariyê ya li dijî faşzîzmê" derdikeve pêş, ji derveyê AKP, MHP, Vatan Partîsî û Îyî Partiyê, hemû partî dawetî kongreyê kirin.

  • img

    Bi daxwaza girtinê Arslan şandin dadgeriyê

    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin.

LÊGERÎN