Asya Ebdullah: Roj roja xwedî derketina Efrînê ye
- polîtîka
- 10:16 03/2/2018
Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên li ser Efrînê rexne kir û got: “Roj roja mezinkirina çalakiyan e û xwedî derketina Efrînê ye.”
Endama TEV-DEM’ê Asya Ebdullah bêdengiya hêzên navnetewî ya li hember êrîşên li ser Efrînê rexne kir û got: “Roj roja mezinkirina çalakiyan e û xwedî derketina Efrînê ye.”
Akademîsyen-nivîskar Fîkret Başkaya diyar kir ku armanca êrîşên li dijî Efrînê ewe ji îslamîstên radîkal re qadê vekin û ev tişt got: "Lê dibe ku ev rewş berovajî bibe. Şewata ku desthilatdariyê li Efrînê pêxist, dibe ku nikaribe vemirîne. Ruhên ku bang li wan kiribû dibe ku şûn ve neşîne."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, di konferansa jinan a Rêveberên Herêmî de, diyar kir ku Tirkiye ji ber êrîşa li ser Efrinê de di Dadgehên Ceza yên Navneteweyî de bê darizandin. Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel ku girtî tê darizandin jî peyam şand û diyar kir ku Efrîn ne tenê Efrîn e û wiha got: "Îro dilê gelê me li her dera cîhanê ji bo Efrînê hildibe. Her der îro Efrîn e." Cîgira hevseroka Giştî ya DBP'ê Hacer Ozdemir jî diyar kir ku êrîşa li dijî Efrînê bi tecrîda li ser Îmraliyê dest pê kiriye.
Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen destnîşan kir ku hikumeta tirk û Erdogan ne bi tenê bi OHAL’ê lê bi rêya şer dixwazin Tirkiyeyê bi rê ve bibin û wiha got: “Em dizanin karê me gelekî zor û zehmet e lê em ê tim li hemberî şer bisekinin, mafê jiyan û aştiyê biparêzin.”
Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku hemû hêzên navnetewî di mijara Efrînê de “dualî tevdigerin” û got: “Welatên Ewropa di êrîşên Efrînê de ‘ji firsatê sûdê werdigirin’ û dixwazin têkiliyên xwe baş bikin. Dîsa jî yên diyarker hêz û berxwedana kurda ye.”
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, têkeildarî êrîşa li ser Efrînê ya TSK û OSO ji Serokwezîr Bînalî Yildirim pirsî.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, diyar kir ku AKP dê bi dagirkeriya Efrinê têk biçe û wiha got: "Serokomar Erdogan dê di Efrînê de têkeve bin. Ger ku daxwaza aştiyê, parastina gelê Efrînê teroristî be emê vê terorîstiyê dikin taça serê xwe."
Rêxistina HDP'ê ya Geverê kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de peyama Efrînê derket pêş. Parlamenterê HDP'ê Nihat Akdogan, diyar kir ku êdî hikûmet nizane dê çi bike. Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî jî got: “Divê li dijî êrîşên li ser Efrînê wekî Kobanê di qada neteweyî û navneteweyî de bersîv bên dayîn.
Parlamenter û Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, di Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa de êrîşa TSK'ê ya li dijî Efrînê nirxand û wiha got: "Ev hewldana dagirkeriye ye. Ev perçeyê kampanya hilbijartina serokdewletiyê ye. Ev şerê li dijî kurdan e."
Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan, Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) ji ber ku li dijî şerê li ser Efrînê derket û got "Ji şer re na" kir hedefa xwe.
Wekîlê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr, bal kişand ser operasyona Efrînê û ev tişt got: "Ev operasyona çiqila zeytûnê nîne. Bi vê operasyonê darbestan ji dayikan re dişînin. AKP, MHP û CHP zarokên vî gelî dixin darbestan û dişînin malên wan."
Amadekariyên 3'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê ku di 11'ê Sibatê de li Enqereyê pêk bîne ber bi dawî ve diçe. Ji bo nirxandina kongreyê Komîsyona Mutabakatê hat avakirin. HDP bi vê xebatê armanc dike ku bersîvek xurt bide êrîşên li dijî Efrînê.
Seroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari armanca êrîşa li dijî Efrînê wiha şîrove kir: "Ji bo tifaqa AKP-MHP bêtir bê têkûzkirin û tengaviya xwe ya di siyaseta hundurîn de ji holê rabikin." Serokê Giştî yê Partiya Şoreşgeran Mûsa Pîroglû jî wiha got: "Wê ev hewldana dagiriyê bibe dawiya Qesrê."
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kesên aştî parastin û hatin binçavkirin û ev tişt got: "Wê demê divê desthilatdarî diyar bike dê li vî welatî çi bê gotin, çi bê nirxandin û dê çi serbest be." Bîlgen bang kir ku medyaya ku şer sor dike û propagandaya reş bi pêş dixe bê boykotkirin û kes li qenalên şerxwaz temaşe neke.
Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sînan Çîftyurek got armanca êrîşa li dijî Efrînê binpêkirina destkeftiyên kurdan e. Çîftyurek bi lêv kir ku li hemberî vê rewşa talûke divê demildest Kongreya Netewî ya Kurd bicive û wiha pirsî: "Heke îro kurd nikaribin werin cem hev, wê kengî bibin yek?"