• img

    Dest vala vedigerin malê

    Ji Cejna Remezanê re çend roj mane lê belê ne esnafên Emînonuyê û Çarşiya Misirê ne jî welatî ji rewşa heyî razî ne. Esnaf dibêjin kar nabe, welatî jî dibêjin her tişt biha bûye.

  • img

    Ji ber krîzê kes hew li def û zirnê jî dixe

    Sazbendên li kuçe û kolanan jî bandor ji krîza aborî girtin. Li Mêrsînê sazbendên roman ku def û zirnê xwe datînên qeraxmn rêyan û li benda kar in, gotin: "Êdî tu tahma kar nemaye."

  • img

    Qata ku betona wê dihat rijandin rûxiya: 3 kes birîndar bûn

    Li navçeya Peyas a Amedê li înşaateke ku lêkirina wê didome, dema ku beton dihat rêşandin rûxandin pêk hat û 2 jê giran 3 karker birînar bûn.

  • img

    Li banakayên cemaweriyê AKP'î hatin ser kar

    Banqayên cemaweriyê Vakifbank û Halkbank civînên xwe yên Lijneyên Giştî pêk anîn û kesên AKP'î ketin rêveberiyên her du banqayan. Wezîrê Berê yê Karê Hundir Abdûlkadîr Aksû bû Serokê Lîjneya Rêveberiya Vakıfbankê.

  • img

    KESK: KHK dê biçin em ê bimînin

    Kedkar ligel astengiyên polîsan jî, li Enqerê kom bûn û Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk, bang li hikûmete kir û got: “Emê paşve vegerîn ser karê xwe. KHK dê biçin, emê bi mînin.”

  • img

    ZMO: Îsal berê genim ji sedî 10-15 kêm e

    Îsal berê genim 10-15 ji sedî kêm bû. Endamê Desteya Rêvebir a Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Edeneyê (ZMO) Erol Salman, anî ziman ku îsal ji ber berê genim kêm e fiyetê genim heqê lêçûnan dernaxe û ji ber vê cotkar ji çandiniyê dûr dikevin.

  • img

    Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand

    Esnafên Çarşiya Kemeraltiyê diyar kirin ku rewşa karê wan ne tu rewş e. Welatiyan jî destnîşan kir ku ew nikarin tiştekî bikirin. Welatiyan bal kişand ser krîza aborî û bilêv kirin ku berê wan bi kîloyan tişt dikirîn, lê niha bi heban dikirin.

  • img

    SES: Emê nelirêtiyan bişopînin

    Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Amedê li avahiya xwe têkildarî bêhûqûqî û nelirêtiya li Muduriyeta Bajêr a Polîtîqayên Civakî û Malbatê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist.

  • img

    Endamên KESK'ê ji bo mafê xwe wê li Enqereyê bigêjin hev

    Kedkarên KESK’ê ji bo mafê keda xwe biparêzin wê di 24'ê Gulanê de li pêş Wezareta Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê ya Enqereyê kom bibin û doza mafê xwe bikin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mûşê Îlyas Aslan, diyar kir ku wekî kedkar ji bo li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin wê bimeşin Enqereyê.

  • img

    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgirî da cotkaran

    Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina çandiniyê û hilberandina hingiv, boriyên avê û holikên mêşvanan ên bi enerjiya rojê li cotkaran berbelva kir.

  • img

    Eksîk: Ne tenê mirovan sewalan jî tecrîd dikin

    Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Habîp Eksîk, diyar kir ku Walîtiya Erdexanê, bi qedexeya zozanan gelê Îdirê tecrîd dike û wiha got: "Li vir tenê debara gel sewalkarî ye. Bi vê qedexeyê sewalkarî tune dibe. Bi qedexeya zozanan ne tenê mirovan sewalan jî tecrid dikin."

  • img

    Çandina sebzeyan li Kobanê dest pê kir

    Rençberên Kobanê piştî şitilên di bin serayan de çandin mezin bûn, dest bi çandiniya baxçeyên sebzeyan kir. Rençberên Kobanê li bendê ye ku mehek din dest bi komkirina berhemên baxçeyan bikin.

  • img

    TUSÎAD: Divê berê pergala hiqûq û edaletê rast bibe

    TUSÎAD, têkildarî krîza aboriya ya her diçe kûr dibe, berberiya di nava civakê de û betalkirina hilbijartina Stenbolê, bi awayekî aşkere hikûmet rexne kir û got: "Derbaskirina vê krîzê girêdayî rastkirina pergala edalet û hiqûqê ye."

  • img

    Di salekê de milyon û 376 hezar kesên din bê kar man

    Li gorî daneyên TUÎK’ê, di meha Sibatê de li gorî daneyên heman dema sala borî, hejmara bêkaran bi qasî milyon û 37 hezar kesî zêde bûye û derketiye 4 milyon û 73 hezar kesî. Li gorî vê yekê rêjeya bêkariyê jî bûye ji sedî 14.7’an.

  • img

    Gundiyan ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe firotin

    Ligel ku 15 meh di ser gotina Serokkomar Erdogan a “Dê qedexeyên zozanan rabin” re derbas bûn jî, hîna bi sadan zozan qedexe ne. Gundiyên ji Colemêrgê yên necar man ku ji ber qedexeyên zozanan, sewalên xwe bifiroşin, xwestin êdî zozan azad bin.

LÊGERÎN