Di navbera rêjeya enflasyona TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene
- aborî-ked
- 11:00 03/8/2022
Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir.
Di navbera rêjeya enflasyonê ya TUÎK û ENAG’ê de 96 puan ferq hene. ENAG’ê rêjeya enflasyonê ya meha tîrmehê weke 176,04 û TUÎK’ê jî weke 79,60 destnîşan kir.
Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya qeyûm de, lîreyek û nîv zem li heqê otobûsên nava bajêr kir.
Amediyan diyar kir ku sedema krîza aborî polîtîkayên dewletê ye û gotin: “Mirov nikare bêhnê bistîne. Em ne dikarin bijîn ne jî bimirin. Sedema vê dewlet e. Pêdiviya me bi rêya sêyem heye."
Serokê Komeleya Cotkeran Mîkaîl Erbeyî bertek nîşan da ku wezaret di bin navê “teserûfê” de ji şîrketên ceyranê dixwaze ku ceyranan bibire û wiha got: “Ev tê wateya hişkbûna berhemên cotkaran.”
Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû tev li çalakiya rûniştinê ya karkerên ku ÎZBB'ê ji kar avêtine bû û anî ziman ku ji holê rakirina ewlehiya kar dema ji aliyê şaredariyên ji xwe re dibêjin rexnegir tê kirin, gelek nexweş û tirsnak dibe.
Zêdetirî 30 konteynerên karkerên înşaetê yên li ser înşaeta TOKÎ ya Bayrakliyê dixebitiyan, şewitîn.
Di rapora ji hêla Komîsyona Ked û Polîtîkayên Civakî ve hatiye amadekirin de hat gotin ku di navbera mehên çile û hezîranê de ji ber sedemên aborî 38 kesan întîhar kiriye û hezar û 718 binpêkirin jî li dijî kedkaran hatine kirin.
HDP, Serokê Giştî DÎSK'ê Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî û got: "Em ê di rêya ku Kemal Turkler ronî kiriye de, meşa xwe bidomînin."
Li navçeya Ulubey a Uşakê mînîbûsa karkerên çandiniyê wergeriya û di encamê de karkerekî jiyana xwe ji dest da û 14 karker jî birîndar bûn.
Li Amedê gelek welatî bi berhemên çandiniyê yên Baxçeyên Hewselê debara xwe dikin. Ji van welatiyan Melek Ozdemîr diyar kir ku ji ber krîza aborî êdî gelek zehmetiyan dikişînin û hêza kirînê kêm bûye.
Komek ji 50 kesan pêk diha bi ser Serwîsa Lezgînî ya Nexweşxaneya Dewletê ya Çûkûrovayê ve girt. Kedkarên tenduristiyê ji ber ku ewlehiya canê wan tune bû dest ji kar berdan.
Serokê Odeya Bıjişkan a Rihayê Bulut Ezer diyar kir ku hişyariyên wan ên li hemberî tahdeya li ser tenduristiyê esas nehatine girtin û got: "Dawiya vê yekê tune ye. Tahdeya li tenduristiyê berhema polîtîkayên tenduristiyê ya desthilatê ye."
Şaxa SES’ê ya Amedê bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî yê SES’ê Selma Atabey da.
Welatiyên li Wanê dijîn di arefeya Cejna Qûrbanê de anîn ziman ku ew nekarîn şekir û qûrbanan bistînin û berpirsyarê vê feqîriyê desthilata AKP’ê ye
Sewalvan Mûzaffer Çetîn ku di arîfeya Cejna Qurbanê de tenê 3 heywan firotine got: "Mesrefa rojane ya heywanekê 100 TL ye. Ez kîloya heywana sax bi 85 TL'yî difiroşim, lê li qesêb kîloya goşt 180 TL ye."