Li Amedê heqê rê hat bihakirin
- aborî-ked
- 10:22 21/6/2022
Li Amedê piştî zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, ji bihayê çûn û hatinê re jî zem hate kirin.
Li Amedê piştî zemên bi ser hev li sotemeniyê hatin kirin, ji bihayê çûn û hatinê re jî zem hate kirin.
Şîranîfiroşin Amedê destnîşan kirin ku cara ewil e bi krîzek wiha mezin re rû bi rû mane û gotin, sedema vê krîzê û bihabûnê polîtîkayên şer ên desthilatê ne.
Li Cizîrê 80 firneyên ku bertek nîşanî zeman dan û gotin; “An bila fiyetê ard bê erzankirin n jî bila fiyetê nan zêde bikin”, biryar dan ku çêkirina nan bidin sekinandin.
Li navçeya Yûregîrê karkerên demsalî yên ku piştî baranê konên wan di bin avê û nava heriyê de man terka konên xwe dikin. Ên mayî jî ji bi gilî û gazinc in û dibêjin şaredarî aliyê wan nake.
Cotkarên titûnê ku ji ber bihabûnê gelek zehmetî dikişînin û dest bi danîna şitlê titûnê kirin, bal kişandin ser qanûna titûnê û ev pirs kirin: "Titûna ku ji Amerîka û Brezîlyayê tê ne qaçaxa e, çima ya vir qaçax tê hesibandin?"
Li Deşta Mezopotamyayê paleyiya genim dest pê kir. Cotkarên ku ji berdariya îsal razî ne anîn ziman ku lê fiyetê mazotê û maliyetên din pişta wan şikandiye.
Li seranserê Tirkiyeyê, kedkarên tenduristiyê li dijî pêşniyarqanûna ku pêşkêşî meclisê hatibû kirin derketin û ji bo rojekê dev ji kar berdan û gotin ku çalakiya wan îtîrazeke.
Civaknas Neşe Erdîlek diyar kir ku polîtîkaya şer a desthilatê civakê bêhêvî û bedbext dike û ji bo çareserkirina pirsgirêkan demildest divê ev desthilat biguhere.
Hat diyarkirin ku Serokê Odeya Zireetê ya Çinarê Cevat Delîl ku li ser navê odeyên zireetê yên Amedê di Lijneya Rêveberiya TZOB'ê de cih digire, ji bo ku serdemeke din jî vê peywira xwe bidomîne odeyên zireetê yên navçeyên Pasûr, Licê û Hezroyê ku mûxalîfên wî ne daye girtin.
Li Şirnexê şîrketên îhaleya çêkirina nexweşxaneyê girtibûn ji ber zêdebûna maliyetê dest ji îhaleyê berdane. Ji ber vê îhale hatiey betalkirin.
Nelirêtiyeke bi 40 milyon lîreyan a qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê yê berê Mûstafa Yaman hate tespîtkirin. Li gel ewqas nelirêtiyan jî Yaman îro hêjta weke Serperiştê Mûlkiyeyê li ser peywira xwe ye.
Karkerên ku li DEDAŞ’ê ji kar hatine derxistin diyar kirin ku bi leşker û polîsan re diçûn ser karê xwe û wiha gotin: “Hinek karmendan têl bi saetan ve girê didan û piştre jî cezayên giran li wan dibirîn.”
Welatiyên ku li ser sînorê Silopiyayê bazirganiyê dikin diyar kirin ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê bi awayekî keyfî tên sekinandin û wiha bertek nîşan dan: “Bi van sepanên xwe dixwazin gelê herêmê debara xwe neke û birçîtiyê lê ferz dikin.”
Li Amedê Safiyete Dun ku mehek e li xaniyê kirê digere û dike nake xanî bi dest nakeve got: "Hinek hene kirêya xwe pir biha ye û bi piranî jî dibejin divê hûn karmend bin. Ma qey her kes karmend e? Ma wê xizan bi ku ve biçin?"
Hunermend Kasim Taşdogan ku ji ber zextan ji bêgavî kargeha xwe girtiye, anî ziman ku huner serî natewîne û got: "Muzîka bi zimanê zikmakî ji bo min kaniya motîvasyonê ye."